الرئيسية 1 أخبار 1 ahinga imzekirina dîwana helbestvan Deham şihab, li navenda Kemal Derwîş bi rêve çû

ahinga imzekirina dîwana helbestvan Deham şihab, li navenda Kemal Derwîş bi rêve çû

 Roja înê 3-5-2019an, Rêxistina Amûdê ya partiya demuqrat a Kurdî li Sûriyê(partî) li navenda Kemal Derwîş,bi hazirbûna hejmarek ji nivîskar û kesayetiyên serbixwe, imzekirina dîwana helbestvanê Kurd Deham Şihab birêve çû.

Di destpêkê de helbestvan Bavê Tarî xêrhatin bi kesên amade kir û spasiya navenda Kemal Derwîş kir, di pyre rêvebirê navendê Memdoh Ehmed xêrhatin bi amedebûyan kir û amadebûna partî û piştgiriya wê ji hemû nivîskar û rewşenbîran re anî ziman.

Herwiha helbestvan Ahmed Fewzî kurte jiyana helbestvan û berhemên wî da diyarkirin, nivîskar û zimanzan Arşek Barabî jî axaftinek kir û tê de giringiya nivîsandina bi Kurdî anî ziman.

Helbestvan Deham şihab jî hin helbest ji dîwana xwe ya bi navê(Hêlîna kesera)send.

Helbestvan ibrahîm Berces ji hin helbest bi vê boneyê pêşkêş kir.

Bi du stranên honermend Zekeriya û imzekirina dîwanê ahing bi dawî by.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *