الرئيسية 1 أخبار 1 Armanca Êrîşa Dewleta Tirk Li Ser Rojava

Armanca Êrîşa Dewleta Tirk Li Ser Rojava

Di nehê heyva cotmehê

 de dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê ku xwe bi navê artêşa niştimanî a Sûrî dide nasîn êrîşeke hovane birin ser rojavayê Kurdistanê ku li du eniyan destpêkir- Serêkaniyê- û Girêspî, di encamê de herdû dever ji hêla Dewleta Tirk û çeteyên bêve girêdayî hatin dagîrkirin.

Şervanên Hêzên Sûriya demuqratîk bi berxwedaniyeke bê hempa li ber xwe dan çi li Serêkaniyê û derdorî û çi li Girêsipî, ku vê berxwedanê hişt cîhan tevde matmayî bimîne ku çawa çervanên Kurd-Ereb û siryan- ku mozayîka pêkvejiyana deverê dixemlînin berevaniyê di ber xaka xwe de dikin li beranberî artêşeke Natoyê.

Di encama vê êrîşê de nêzîkî 300 Hezar kes ji devera Serêkaniyê û derdorê koçkirin herwiah bi dehan kesên sivîl ku di nav wan de zarok şehîd ketin.

Dewleta Tirk bi hemû rengî çekên pêşketî û ên li ser asta cîhanê qedexekirî bikaranî—Kîmyawî- Fisforî- ku vê yekê hişt cîhan li dijî vê yekê derkeve ta asteke ne pir bilind, ku çawa endameke Natoyê van çekên qedexekirî li dijî sivîkan bikarbîne.

Armanca dewleta Tirk û paşvekişan Emerîka yê hişte ku Rojava di bobelateke mirovî ne aram de derbasbibe ku ev dever di heyama heyşt salan de devera herî aram bû, ku em dikarin vê yekê bibêjin, wamanca sereke ya dewleta Tirk a dagîrker rûxandina ezmûna Rêveberiya xweser e a ku bi xwîna sedan şehîd hate avakirin e, ku deewleta Tirk bi hemû rengî li dijî her kiyanekî Kurdî ye.

Di vê qonaxa herî nazik de ji miletê Kurd  û aliyên wê yî siyasî tê xwestin ku helwesta xwe bikin yek û karîbin ta radeyekê xwe biparêzin û deverên xwe valanekin ta ku armanca dewleta Tirk pêkneyên ku ew dixwaze guhertineke dîmografî li deverê pêkwerîne, ya dîtir pêwîste bi hemû şêweyên diblomasî kurd tevbigerin ta ku binpêkirinên dewleta Tirk ji raya giştî re bidin diyarkirin, û tevgera Kurd a siyasî bi hemû rengî karbikin ta ku helwsta xwe bikin yek, ku karîbin armancên dewleta Tirk ya tunekirina Kurdan têkbînin, ger ev yek nebe miletê Kurd wek hebûn li Rojavayê Kurdistanê dikeve metirsiyê de, ku em vê yekê baş bizanin dewleta Tirk ne şerê aliyekî siyasî bi tenê dike lê belî êrîşî Miletê Kurd bi tevayî dike.

-Têkbirina armancên dewleta Tirk a dagîrker tenê bi yekîtiyê û berxwedanê û mana li li ser xaka Rojava tê. ji bilî vê yekê çarenivîsa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê wê ne diyar be.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *