الرئيسية 1 أخبار 1 Azadiya derbirinê

Azadiya derbirinê

Azadiya derbirinê, mirov dikare bêje azadiya xwe îfadekirinê jî.

Mirovek, ku kî be û çi be û çawa be bila bibe, bê gotin û sînor karibe hizrên xwe bîne ser ziman, ji wê re tê gotin.

Hin pîl û astên ku di bin gotina azadiya derbirinê de hene ku weke parastina mafê mirovan, parastina anîna li ser ziman bê şert û merc ya ramanê û hwd di nav xwe de dihewîne. Li welatên skandînav yên weke Norwêc, Danîmarka û Swêdê bi navê ytringsfrihed, yttrandefrihet tê ser ziman.

Di nava kurdan de, temenê wê bi dîroka wê re heye. Li Kurdistanê, ji olên weke Êzîdî, Cihû, Fileh, Misilman û hwd, ku hê gelek komên din ên etnîkî û olî hene, bi hev re rêz û hurmetek didine hevdu û bi hev re dijîn. Rêzek, di dana hebûn, bawerî û hizrên hevdu yên ku dianîn li ser ziman. Rêz, weke xelaka pirr giring a di temenê azadîya derbirinê de ye. Bi wê re, ji wê re, weke ast û pîlekê jî ya. Mînak, ku oldar û zanistekî êzîdî li civata kurdên misilman û fileh û cihû rûnihê bi wan re bide û bistîne, mirov kare di çerçova wê azadiya derbirinê de bîne ser ziman. Her wisa, mirov kare ji bo komên din ên etnîkî û olî jî bîne ser ziman. Di roja me de, gotinên weke demokrasî û azadiya ramanê bi hev re pirr behsa wan tê kirin. Bi vê yekê re azadiya derbirinê û demokrasî bi hev re weke xelaka azadiya mirov têê ser ziman.

Ji aliyê din ve jî, îro li cîhanê ser 200 dewletî re dijîn. Di nav wan dewletan de, bi dehan xelk û gelên cuda dijîn. Her dewlet, li gorî têgihiştina etnîkî bi nêzîkatiyeka netewperest nêzî be û maf û azadiya xelk û gelên din ên ku di nav sînorê wê yên ku hatina kifşkirin de dijîn, ji destê wan digire an jî, wê mafê kare di xwe de bibîne ku mafê wan ji wan bigire. Ji ber vê yekê, Neteweyên Yekbûyî, hin binatêr (metîn) nivîsandin û denezendin li ser mafê mirovan, ziman û parastina hebûna xelkan ya civakî. Welatên ku di neteweyên yekbûyî de cih girtine, çend ku pirraniyên wan, mohra xwe li bin wan xal û binataran xistine jî, li gor giyane wê tevnegerihin. Mînak, weke tirkî, çend ku tê gotin, li binê hemûyan jî be ku gelek ji wan mohrkirina jî, çend ku di konfaranse Lozanê de beşeka mazin ya axa kurdan hate xistin li nava axa wê dewleta tirk de jî, û ku ser 25 milyonan re kurd li wê beşa Kurdistanê ku kurd jê re “Bakûrê Kurdistanê” dibêjin dijîn jî, zimanê wan qedexe ye. Dibistaneke wan nîn e ku tê de zarokên xwe perwerde jî bikin..

((  Wikipedia ))

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *