الرئيسية 1 أخبار 1 Barzaniyê nemir……Ekrem Sebrî

Barzaniyê nemir……Ekrem Sebrî

Mustefa Barzanî  li gundê Barzan sala 1903yan hatiye dinê, ji malbateke têkoşer bu, li ser rêbaza kurdayetî ya birayên xwe Abdul Selam û Şêx Ehmedê Barzanî  fêrî têkoşîn û xebatê buye, dema ku birayê wî ew da pêş, kete bin xizmeta gelê xwe de, di zarokatiya xwe de ligel Dayika xwe ketiye Zîndanê, sala 1931an dest bi xebata şoreşgêrî kiriye, dema ku şoreşa wan di sala 1935an de hate vemirandin, ew ber bi bajarê Suleymaniyê birin. Sala 1942an ji wir derket û careke din dest bi xebatê kir. 

Sala 1943yan li devera Barzan agirê şoreşê geş kirin, sala1945an, dema ku hêvî li Rojhilat pêk hat, ew û hijmarek ji Barzaniyan ҫûne Mehabad, li Pêşewa Qadî Muhemed bûne Mihvan, pêşewa bi qedirganiyeke mezin pêşewaziya wan kir. Li wir ew beşdariyê li damezrandina Komara Kurdistan li Mehabad kir, û ji hêla Qadî ve bi Nîşana General tê nîşankirin, piştî ku Komar ket, Barzanî xwe radestî rejîma Îranê nekir û ligel hevalên xwe ҫûne Sovyêtê û li wir man heya ku sala 1958an bi riya misrê û serokê misrê wê demê Cemal Abdulnassir bû, bi qedirgiraniyeke mezin pêşewaziya wan kir. Ji wir êdî vegeriha Îraqê û xwest ligel rejîma Îraqê mafê gelê Kurd bi dest bixê, lê mixabin ew yek pêk nehat, ew neҫar ma û li gel hevalên xwe yên Pêşmerge dest bi Şoreşa Êlûnê kirin.

Ji sala 1961ê ve şoreşa wan bi hêz tir bû û dikarî rolleke mezin bikê û gelê Kurd bi Cîhanê bidê nas kirin, di 11.Adara sala 1970êyî de, hevpeymana Aştiyê li gel rejîma Îraqê bidest bixê û mafê rêveberiyê bi xwe li Kurdistan bistênê. 4 sala dom kir, lê rejîma Îraqê li ber wan ne hatin, agirê şoreşê dema salekê geş bû bo berevaniya mafê gelê Kurd.

Mixabin bi serperiştiya Hinrî Kîsênger wezîrê Karê derve yê Emerîka, hevpeymana reş di navbera Sedam û Şahê Îranê de li Cezair roja 06.03.1975an pêk hat, Barzanî giha behweriyê ku nema karê berdewam bikê, biryar da û Şoreş rawestiha, berê xwe dane rojhilat û li wir bi cih bûn, ji sedema nexweşiya ku lê peyde bû berê xwe da Emerîka ji bo ҫareseriya rewşa xwe ya tendirûstî.

Lê serkirdayetîya Partî bi alîkariya partiya me ya Dêmokrata Kurdî li Sûriya ( PARTÎ ) û Partiya Dêmokrata Kurdistan – Turkiya  careke din Şoreş di 26ê Gulana 1976an de bi navê Barzanî pêxê, hêviyê li ba gelê me bi cih bênê, dema ku rejîma Şahê Îranê hate hêrivandin û rewşa wî ya tendirûstî baş bu, biryar da ku vegerê û şoreşê hîn geştir bikê, lê mixabin ku dema amadekariyê de, bo vegerê canê xwe ji dest da, li Emerîka roja 01ê adarê sala 1979an, koҫa dawî kir û Darbesta wî ya pîroz ber bi Rojhilatî Kurdistan anîn, li wir bi xaka pîroz hate sipartin heya ku karîn bo devera Barzan bênin û li gundê wî Barzan bi cih bibê.

Ev xebat hanî bi salana bo rêbazeke Kurdayetî bo Keҫ û Kurên Kurd, ku karibin pê berdewamiya  xebatê bikin,  bandora wê da her 4 parşeyên Kurdistan, bi teybetî Rojavayî Kurdistan. Ji dema destpêkê û hişyariya Kurdan li Rojavayî Kurdistan,  gelê me û tevgera me dest bi dest ligel Barzanî û Pêşmergan alîkar bun û bi pêwendî bun.

Em weke Partiya Dêmokrata Kurdî li Sûriya ( PARTÎ ) xwe girêdayî wê Rêbaza wî dibînin û li ser wê Rêҫê bo xizmeta gel berdewamin. Pehweriya me pê xurte ku em mafên xwe bi dest bixin, ji roja damezrandina Partiya me û heya roja îro em dikarin bêjin ku em wefadarê wê ne, heya ku em xwe girêdayî wê bibînin emê bo xizmeta gelê xwe berdewam bin.

Namirî û serberzî bo Barzanî û tevaya Karwanê Şehîdan

Bijî Kurd û Kurdistan.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *