الرئيسية 1 أخبار 1 Bi yekrêziya xwe, em ê pîlanên dijmin têk bibin

Bi yekrêziya xwe, em ê pîlanên dijmin têk bibin

Ev demeke bi hemû hovîtiya xwe artêşa tir û çekdarên girûbên Sûrî yên bê ve girêdayî êrîşî devera Ên Îsa li bakurî Reqayê dikin, û bi hemû rengî hewil didin ku wê deverê dagîrbikin.

Ev êrêş bi berevaniyeke bê hempa ji aliyê Hêzên Sûriya demuqratîk tê kirin, lê bêdengiyeke temem ji aliyên hêzên Rûsî ku li wê deverê dimînin heye, ku aliyê Rûsî nepabendî rêkeftina rawestan şer e ku di sala bûrî de hatibû imzekirin.

ne tenê aliyê Rûsî lê belê civaka navdewletî û di serî de hevpeymaniya navdewletî jî xwe bêdeng dike derbarê binbêkirinên dewleta Tir derbarê nepabendbûna bi biryara agirbestê.

-ji herkesî re diyar e armanc û daxwazên Enqere û serokê wê Erdoxan ku bi hemû rengî hewildide pelikan li navhevxe berî ku serokê Emerîka yê yê hilbijartî di serê sala nûde li koşka sipî bicîbibe.

Ev kiryar ne nûne û ji ger kesî ve diyarbûye ku aliyê Rûsî bi hemû şêweyî dixwaze fişarê bibe ser Rîveberiya xweser û Hêzên Sûriya demuqratîk ku bajarokê Ên Îsa radestî Rêjîma Sûriyê bike.

Di vê derbarê de ya gerî pêwîst û giring helwesta aliyên Kurdî ye ku bi hemû hêza xwe li dijî pîlan û daxwazên dewleta Tirk rawestin û berjewendiyên xwe yên partîtî bidin aliyekî û ya herî baş ew e ku diyaloga Kurdî- Kurdî berdewam bibe û biçe serî, jiber ku yekîtiya helwest û nerîna Kurdî rêgira herî bi hêz e li pêş hemû destêwerdan û pêlanên dijminê gelê Kurd e.

Rêgirtina li pêş nedûbarekirina ezmûna Efrîn û Serêkaniyê û Girê Sipî di yekrêziya Kurdan de ye û ji bilî vê yekê wê têkçûneke mezin be.

bang di vê qonaxa nazik û hestyar de ku bi reanê taybetmendiya Rojavayê Kurdistanê û bi reng û dengê Kurdên Sûriyê em li hindir û derve têkevin tevgerê de û bêdengiya civaka navdewletî derbarê kirya û pîlanên Dewleta Tirk û serokê wê Erdoxan şermezarbikin.

*******************************

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *