الرئيسية 1 أخبار 1 Çarenivîsa Hesekê di metirsiyê de ye

Çarenivîsa Hesekê di metirsiyê de ye

Çarenivîsa zêdeyê Milyon kesî li bajarê Hesekê û gundewarê wê, tevî kampên koçberên Serêkaniyê di metirsiyê de ye, ji encama berdewamiya dewleta Tirk ya dagîrker û çeteyên wê di birîna ava Meheteya Elok li gundewarê Serêkaniyê.

Dewleta Tirk pîştî dagîrkirina bajarê Serêkaniyê di tişrîna yekê y sala bûrî de zêdeyê carekê ava Elok li ser bajarê Hesekê qutkiriye û cara dawî di 31ê tebaxa îsal de, ku ew vê avê wek çek li dijî xwelkên Hesekê û gundewarê wê bikartîne, di siya bêdengiyeke navdewletî de ji van kiryarên qirêj ên Dewleta Tirk.

 –Tevî ku Rûsiya li gel Tirkiyê di peywendiyeê de ye derbarê deverên dagîrkirî û bi berdewamî gerên xwe ên leşkerî li wan deveran pêktîne lê ew fişarê li ser tirkiyê nake ku ji dev kiryarên xwe ên qirêj berde û ava vexwarinê nekî çek û bê şerê xwelkên deverê bike.

Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya avê ya Rêveberiya xweser ji dema dagîrkirina dewleta Tirk ji Meheta Elok re li Serêkaniyê re sîstema Teqnînê li 5 beşan li Hesekê bi kartîne bi mercê ku her beşek ji bajêr her 5 rojan av bighêjê.

tevî ku 49 rêxistinên Sûrî di avdara bûrî de Tirkiyê şermezarkiribûn ku ew bi berdewamî avê li ser hezaran kes li Hesekê û gundearê wê qutdike lê ew şermezarkirin bê encam bû.

-Di vê derbarê de tê xwestin ji Rêveberiya xweser ku pirojeyên din ên dabînkirina avê ji bajarê Hesekê re û gundewarê wê dabîn bike, ta ku ew ji bin fişara tirkiyê derkevin, herwiha tê xwestin ji hêzên davdewletî û gelê Kurd li Ewrupa yê derkevin xwepêşandanan ta ku kiryarên dewleta Tirk derheqê Rojava de şermezarbikin.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *