الرئيسية 1 أخبار 1 Daxuyaniya Partî bi boneya121 ya cejna rojnemegeriya Kurdî

Daxuyaniya Partî bi boneya121 ya cejna rojnemegeriya Kurdî

-Gelê Kurd îroj 22ê nîsanê, boneya derbasbûna 121 sal di ser derçûna yekem rojnameya bi navê (Kurdistan) ku ji aliyê mîr Miqdad Midhet  Bedirxan ku li paytexta Misrê (Qahîre) di sala 1898an de derxist pîroz dikin, ku ev yek destpêkek bû ji zanayên Kurd û tevgera wê ya çandê re di pêvajoya rojnamegeriyê û ragihandinê de.

Tevgera siyasî û çandî a Kurdistanî û Kurdî dikarîbû roleke xwe ya ber biçav di warê rojnemegeriyê de bilîze ku wê karîbû hejmarek ji rojname û govar bi zimanê Kurdî – Erebî- Tirkî û Farisî bi weşîne, herwiha nivîskarên Kurd di karîbûn rojnemegeriya Kurdî bi nivîsên xwe çanda Kurdistanî zengîn bikin.

-Partiya me, Partiya demuqrat a Kurdî li Sûriyê( Partî) jî roleke xwe di vê derbarê de lîst ku karî bû ji destpêka damezrandina xwe hejmareke ji govar û rojname belav bike ji wan( belavoka Roj a ku komîteya herêmî li cizîrê û govara Jîn a ku komîteya herêmî li Şamê ku hejmarên wê gihaşt 100î belav kir, herwiha derxistina govara Azadî ku ji aliyê komîteya herêmî a Partî li Helebê, û govara Gelawêj di sala 1979an de bi zimanê Kurdî û govara Edeb El-Qediye bi Erebî, li gel weşana belavoka Partî li Ewrubayê  û partî li gel partiyên Hevbendiya Kurdî li Sûriyê govara ( El-Menber) bi zimanê Erebî û belavoka hevbendî ku bû berdevk bi navê hevbendiyê jî diweşand, lê netenê ev bûn, govara Bihar û a Raperîn ta hejmara wê yî çarê ku şaxê Partî li Tirbesipiyê belav dikir û roleke Partî di derçûna govara Helwest ku li Helebê di hate belavkirin jî hebû.

 herwiha Dengê Kurd a ku komîteya navendî a partiya me belav dike ev belavoka ku çalak ya ku di nav rûpelên xwe de rastî û nermayî di diyarkirina mijaran de û bi taybet êş û azarên kolana Kurdî herwiha di nav rûpelên xwe de ronahî davêje li ser mijarên ramyarî û civakî û zanistî ku vê yekê hişt ku xwendevanên wê pirbibin li gel nivîskarên xuyanî ku tê de dinivîsînin û ev yek di herdû beşên xwe ên Kurdî û Erebî de tê diyarkirin.

Îroj û tevî pêşketin û serketina ku rojnemegeriya Kurdî gihaştiyê û bi taybet di şopandina mêrane di şerê li dijî terorê ya ku hebûna kurd û pirsgirêka wê armanc dikir ji aliyê dagîrkrtiya Tirk û çeteyên wê û herwiha herifîna rêxistina DAIŞê ya terorist ji aliyê hêzên Kurdî û hevpeymanên wan, û tevî kêşe û kelem lê hîn jî rojnemegeriya Kurdî kar û xebatê dike ji bo bi gihêje radeya pîşeyî ya ragihandinê û bi taybet di pêşketina cîhanî di warê agahî ya Tiqenî.

-Em di partiya demuqrat a Kurdî li Sûriyê( Partî) û bi vê boneyê gelê  kurd û bi taybet kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin wan pîroz dikin bi hêviya ku ew peyamnêrê yekrêziya mala Kurdî bin û xebatê bi kin bo siberojeke geş ji rojnemegeriya Kurdî re.

Silav bo hemû rojnemevan û medyekarên Kurd di cejna wan de.

Hezar silav bo canî mîr Miqdad Midhet Bedirxan.

û her sal hîn bi xêr û xweşî bin.

Qamişlo: 22 nîsana 2019.

Mekteba siyasî a Partiya demuqrat a Kurdî li Sûriyê( Partî)

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *