الرئيسية 1 أخبار 1 Di Roja cîhanî ya zimanê dayikê de zimanê Kurdî nasnameya me ye

Di Roja cîhanî ya zimanê dayikê de zimanê Kurdî nasnameya me ye

Her sal di 21ê sibatê de li seranserî cîhanê roja cîhanî ya zimanê daiykê tê pîrozkirin.

Roja cîhanî ya zimanê dayikê ji hêla Rêxistina( Yûnisko) ve di sala 1999an de hate destnîşankirin bi armanca belevkirin û çespandina têgeha pirbûna çand û zimanan, û ev roj di sala 2008an de ji hêla komeleya giştî ya netewên yekbûyî ve hate pejirandin, wek Roja cîhanî ya zimanê daiykê.

Diyare ku ziman hîmenê sereke ye ji ger miletekî re ku bê yî ziman çand û kultûr û nasnameya miletan têgdiçe, (ger ziman nebe tu ji netew dîroka xwe dûrdibî).

Ji ber vê yekê sistemê şofînî û dîktator li seranserî cîhanê bi hemû rengî xwestine ku zimanê kêmnetewan biçewsînin, ku para gelê Kurd li herçar perleyên Kurdistanê ji vê çewsandinê hebû û mezin bû.

Dijminê helê Kurd bi hemû rengî û di riya kiryarên xwe yî nemirovane hewil dan û hînjî dike ku zimanê Kurdî tunebike di riya guhertina demugrafî ji deverên Kurdî re çi li Rojavayê Kurdistanê û çi li bakur û rojhilat lê li başûrê Kurdistanê piştî salên 90î de û wergirtina mafê xwe li wî perçeyî û ragihandina Fedraliyê dikarîbûn bi zimanê xwe fêr bibin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî piştî dehê salan ji qedexekirina zimanê Kurdî, di çend salên dawî de derfeteke zêrîn kete destê gelê Kurd ku karîbû bi zimanê Kurdî binivîse û bixwîne, ev jî di riya dibistana de ku anha rêbazên xwendinê tevdî bûne bi Kurdî.

Di vê babetê de em naxwazin kêmasî yên van rêbazên ku ji hêla Rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê  têne dayîn ji bo şagirtan lê em dixwazin diyarbikin ku ya herî baş û giring ew e ku zarokên Kurdan dikarin bi zimanê Kurdî binivîsin û biwînin.

Pêwîste ku tevgera çandî li Rojavayê Kurdistanê herwiha aliyên siyasî di derbarê zimanê Kurdî de xebateke baş bikin û hweli bidin ku kêmasiyan biodin alî û li ser asta navdewletî xebatê bikin ku zimanê Kurdî bê pejirandin, û ji hêleke din ve ji Rpveberiya xweser tê xwestin ku destekê bidin kesayetiyên Kurd ên ji derve ku zanko û kolîjên biyanî li Rojava vekin ku rê li pêş xwendekarên Kurd vebe ku xwendina xwe berdewambikin, û ew hewcedarî zankoyên Rêjîmê nebin.

Di Roja cîhanî ya zimanê dayikê, tê xwestin ku em hemû hêza xwe têxin riya geşkirin û pêşxistina zimanê Kurdî, û durişma me tevan ev be( Zimanê Kurdî nasnameya me ye.

**********************

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *