الرئيسية 1 أخبار 1 Efrîna xemgîn

Efrîna xemgîn

Salek derbas dibe li ser dagîrkirina bajarê Efrînê, ku di 18ê heva adara 2018an de û piştî berxwedaneke bê hempa ji aliyê Hêzên Kurdî û xelkên devera Efrînê ve, Artêşa Tirk a dagîrker û gurûpên Opizisyona Sûrî a radîkal ku bi Tirkiyê ve girêdayî ye bajêrê Efrînê dagîrkirin.

Bajarê Efrînê bûka çayê kurmênc a ku di himbêza xwe de bi deh hezaran koçber ji parêzgehên Sûrî himbêz kiribû, ew devera aram a ku nimûneye ji pêkvejiyanê bû, bi zikreşî û nijadperistiya dewleta Tirk û çeteyên wê ên ku xwe bi navdikin Opizisyon dûrî hemû sinçî û exlaqiyatên mirovî Efrîn talan û wêrankirin.

Berxwdana Efrînê bi sedan destane lê hatin tomarkirin û wê bi tîpên zêrîn berxwedaniya wê bête nivîsandin û herwiha wê bi tundî neviyên Kurdan dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar û lanet bikin.

-Herkes dizane bê çi li Efrînê rûda û hîn jî rûdide lê ya herî giring ku em karîbin sûdê ji vê bûyerê werhirin çiku mixabin ta vê gavê hîn aliyên Kurd vê yekê paşguhdikin û berevaniyê û destekê didin binpêkirinên ku li Efrînê tê kirin û bi zelalî dewleta Tirk a dagîrker tewanbarnakin, herwiha aliyên navdewletî hîn jî bi cidî li ser doseya Efrînê û wêraniya ku tê de derbas dibe ranewestiyane.

pêwîste ku hêzên Kurdî agirê Newroza 2019an bi viyana berxwedanê û yekrêziyê hûûr bikin û ji bo rêzgarkirina Efrînê hemû nakokî û kêşeyên xwe bidin hîlekê û tenê xebat û têkoşan ji bo rêzgarkirina Efrînê bête kirin.

Efrîn bi pakrewanên xwe bi zarok û jin û kalemêrên xwe bi deh hezaran koçber îroj li hêviya yekrêzî û yekîtiya aliyên Siyasî ên Kurdin ku Bajarê kurdayetî û  resenatiya Kurdî vegerînin himbêza rojavayê Kurdistanê.

Efrîn îroj roj bendewarê vê yekê ye gereke hemû alî derfetên xwe û hêza xwe ji bo derxistina dewleta Tirk a dagîrker û faşist û girûbên Opizisyona Sûrî a pê ve girêdayî ji Efrînê derxûnin.

wê newroza gelê Kurd bê watebe û şahî û kêf venegere  ta ku Efrîn bindestbe.

Silav ji bo giyanê şehîdên Efrîna berxwedêr.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *