الرئيسية 1 أخبار 1 Êrîşên Tirkiyê li ser rojava û pêwîstiya yekrêziya Kurdî

Êrîşên Tirkiyê li ser rojava û pêwîstiya yekrêziya Kurdî

Ji 28ê heyva cotmehê de ya bûrî ve hêzên Sûriya demuqratîk kempîna bahoza Cizîrê ji bo tunekirina hebûna rêxistina Daişê ya terorist li gundewarê Dêra zorê rawestiyaye, û ev yek hat ji encama êrîşên Tirkiyê ên vê dawiyê li ser gundewarê Kobanî û girêsipî.

-diyar dibe ku her pêşveçûnek ji hêla hêzên Sûriya demuqratîk ve derbarê tunekirina rpxistinaDaişê dibe hikûmeta Tirkiyê tevliheviyekê li deverê durist dike, û armanca wê ya sereke li gorî diyar dibe ku keleman li pêş pêşveçûnên hêzên Sûriya demuqratîk deyne, ku ev yek di be sedema ku şer li dijî Rêxistina Daişê dereng bikeve, lê ya herî çihê gomanê ye helwesta hevpeymaniya navdewletî  

bi serkêşiya Emerîka ji vê destêwerdana qirêj ji aliyê dewleta tirkiyê ve û bêdengiya wê ji vê destêwerdanê, tevî ku ji dema ku artêşa Tirkiyê gundewarên sînorî li Kobanî û Girêsipî topbarankir dewriyên xwe ên hevbeş li ser xalên sînorî pir kirin lê ev yek têrî nekir ku artêşa Tirk êrîşên xwe li deverê rawestîne.

-A herî diyar ji destêwerdana Dewleta Tirk di karûbarên Sûriyê de ji destpêka qerana ku dikeve sala xwe ya heyştan de, ewe ku deweleta tirk bi hemû awî li dij çareseriya siyasî ye li Sûriyê ji aliyekî, û ji aliyekî din ve rêkirtin li pêş ezmûna Kurdan li rojavayî Kurdistanê ye, çiko dewleta Tirk bi eşkere vê yekê dibêje ku ew qet nahêle Kurd bibin xwedê kiyan.

di navbera rijdbûn û destêwerdana dewleta Tirk di xalka rojavayî Kurdistanê de û dagîrkirina wê ji bajarê Efrînê re û ne zelaliya helwesta Emerîka ji vê yekê re, çi ji Kurdan û bi taybet hêza wê ya siyasî tê xwestin ji bo têkbirina pîlanên dewleta Tirk.

di baweriya me de, ya herî pêwîst di vê qonaxa nazik û hestyar de, tevgera siyasî ya Kurdî hêza xwe ya siyasî a hundirîn xurtbike û nakokî û kêşeyên xwe bidin alî, û bi hemû şêweyî kar bê kirin ta ku di riwên pîlanên dewleta Tirk bê rawestandin, û herwiha ji aliyên Kurdistanî tê xwestin ku piştgiriya her nêzîkbûneke Kurdî- Kurdî bikin, û helwesta xwe derbarê destêwerdan û armanckirina artêşa tirk ji Rojavayî Kurdistanê re nîşanbidin, herwia ji revenda Kurd re li seranserî cîhanê tê xwestin ku li ser piyabin û çalakiyên xwe ên aştiyane gûrr bikin ta ku raya giştî bi binpêkirinên dewleta tirk agahdarbikin, ji ber ku armanc û daxwazên dewleta Tirk ne tenê ewe êrîşkirine li ser deverên Rojavayê Kurdistanê lê belê têkbirina ezmûna Kurdî ye ku îro roj tê birêvebirin bi rengekî ji rengan.  

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *