الرئيسية 1 أخبار 1 Helbestvanê Kurd Goran

Helbestvanê Kurd Goran

Goran sala 1904an li bajarê Helebceyê hatiyê cîhanê. Ji aliyê malbatê ve navê Evdila lêdikin. Goran nasnavê wî ye. Lê navê Goran hê bêtir bandor kiriye û navê Evdila êxistiye pîleya duyem. Êdî ev nasnav ji aliyê wî ve ji aliyê gel ve jî tê pejirandin û ev weke navê wî derdikeve pêş. Bavê wî karmendekî dewleta Osmanî bûye.

Goran zaroktiya xwe li bajarê Halebceyê bihurandiye. Çand û perwerdeya pêşî ji malbata xwe girtiye. Di temenê xwe yê şeş salî de, ji bavê xwe fêrî Quranê bûye. Di demeke kin de Quranê diqedîne û hînî xwendin û nivîsandina erebî û farisî dibe. Di temenê heşt saliya xwe de li Helebceyê dest bi dibistana seretayî dike. Bi awayek xwezayî dibistanê bi zimanê osmanî dixwîne. Heger em zimanê dayika wî kurdî jî bihijmêrin, zimanên ku Goran dizane dibin çar ziman. Li mal û li dibistanê her çar zimanan jî pêşve dibe. Di bîst saliya xwe de digihe asteke wisa ku digel zimanê dayikê kurdî, bi farisî, erebî û osmanî jî dikare binivîse û helbestan bihûne. Lê giraniya helbestên wî bi zimanê dayikê, ango bi kurdî bûn.

Goran di sala 1919an de ji bo xwendina dibistana mamosteyan, diçe bajarê Kerkûkê û dest bi xwendinê dike. Ji ber tengasiya aborî nikare dibistana mamostetiyê biqedîne. Di navbera salên 1921 û 1925an de, karmendiya dewleta osmanî dike. Di vê navê re waneyên dibistana mamostetiyê xwe bi xwe dixwîne û dikeve ezmûnan: bi ser dikeve û dibe mamoste. Ji sala 1925an dest bi mamostetiyê dike; di dibistana seretayî ya Helebceyê de 12 salan mamostetiyê dike. Bi awayek tekûz zarokan digihîne. Gelek suxteyên wî jê hînî helbestnivîsandinê dibin. Bi taybetî di vê demê de helbesta xwe pêşve dibe û helbestên tekûz dinivîse.

Goran piştî sala 1937an xwe bi temamî dide helbestnivîsînê. Di vê demê de derbasî herêmên Qeredax û Hewramanê dibe. Li van deran li ser helbesta kevin lêkolîneke baş dike. Ji van lêkolînan sûdeke baş digire. Xwe digihîne û di warê helbestnivîsînê de digihe pîleya herî mezin. Êdî helbestên xwe zelaltir û watedartir dinivîse û pêşkêşî xwendevanên xwe dike. Ev dema ku jê tê axaftin dema Mamoste Goran a herî germ û geş e.

Goran di dema şerê cîhanî yê duyem de, ji sala 1940 heta 1945an di radyoya Yafayê ya li bajarê Filistînê de dixebite. Derbarê Rojhilata Nêzîk de bernameyan amade dike. Di heman demê de bernameyên kurdî jî çêdike û diweşîne. Van xebatan bi awayek serkeftî dide maşandin û ji aliyê rêveberan ve tê teqdîrkirin. Piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê duyem, guherîneke mezin di cîhanê de çêdibe. Gelek neteweyên bindest rizgar dibin û mafên xwe bidest dixin. Di van mercan de desthilatiya radyoya Yafayê jî tê guhertin. Dagirker ji Yafa û Iraqê derdikevin; herwiha Goran jî ji Yafa qut dibe û vedigere welêt. Ji nûve dest bi helbestnivîsandinê dike.

Goran jî mîna gelek helbestvanên kurd, li ser xwezayê dinivîse. Ji behsa xweşikayî û delaliya xwezayê dike û helbestên xwe bi vî rengî dixemilîne.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *