الرئيسية 1 أخبار 1 JI BO RAYA GİŞTÎ…..Hevkarîya Partîyên Kurdî û Kurdistanî li Almanya

JI BO RAYA GİŞTÎ…..Hevkarîya Partîyên Kurdî û Kurdistanî li Almanya

Dewleta dagirker a Tirkîyê piştî tehdîtên xwe ên bi mehan, di roja 9. cotmeha 2019’an de, di encama hevdîtineke telefonî a di navbera serokê Amerîka Donald Trump û serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan de, dest bi êrîşa xwe a plankirî a ser kurdan û dagirkirina Rojavayê Kurdistan kir. Dewleta Tirkîyê eve çendîn rojin bi hemû hêza xwe a eskerî, him li ser erdê û him jî bi rêya balafirên xwe ên şer û bi alîkarîya grûbên çete ên bi ser opozisyona Sûrîyê ve, gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê didê ber top û bombeyan.

Dewleta Tirkîyê di êrîşên xwe de ewil xelkê sifîl dikê hedef û heta niha gelek ji xelkê sifîl hatine şehîd kirin, bi hezaran jî xelk ji neçarî û ji ber har û hovîtîya Tirkan dev ji mal û milkê xwe berdaye.

Ev êrîşa dewleta Tirkîyê êrîşeke li dijî tevaye gelê kurd û Kurdistanê ye û divê wiha jî bê zanîn. Dewleta dagirker, dema ku dît ku nikarîbû bi rêya hevalbendên xwe ên DAÎŞ’ê kurdan têk bibê û dema dît ku kurd berovajî wê bi mêrxasî û çelengîya xwe bi alîkarîya hevpeymanîya navdewletî li dijî DAÎŞ’ê bi serketin û destkeftîyên mezin bidest êxistin, vê carê ew bi xwe rasterast ketin dewrê û dest bi tehdît û çavsorîyên xwe kirin û hêncetên bê bingeh dan pêş. Di dema xwe de Tirkîyê nikarîbû rê li ber pêşveçûna gelê kurd li Başûrê Kurdistanê bigrê, ji ber wê heta ku ji wan tê dixwazin vê carê rê li ber kurdan li Rojavayê Kurdistanê bigrin, da ku ew jî wek li Başûr nebin xwedî statûyeke sîyasî. Divê tevaye Kurd û Kurdistanê baş bizanê ku tenê yek armanca dewleta Tirkîyê heye, ew jî dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye û rêlibergirtina kurdane, da ku kurd di dema lihevhatineke sîyasî de li Sûrîyê ne xwedî hêz bin û nikaribin daxwaza mafên xwe ên netewî misoger bikin. 

Dinya û alemê jî baş dît ku gelê kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de cihê xwe li cem hevpeymanîya navdewletî girt û li ser erdê barê giran her li ser milê kurdan bû. Kurdan mêrxasîyeke bê hempa da nîşandan û ji bo parastina azadî û aramîya dinyayê û nirxên mirovayetîyê xwe kir sîper. Di encama vî şerê li dijî hovîtîya DAÎŞ’ê de şervanên kurd li Rojavayê Kurdistanê herî kêm 11.000 şehîd û zêdeyî 24.000 jî birîndar dan. Di demek wiha de, ku kurdan canê xwe ji bo aramîya dinyayê kirin feda, dinyayê mixabin careke din pişta xwe da kurdan û kurd bi tena serê xwe li meydanê li himberî dewleta duwemîn xwedî hêz a NATO’yê hiştin. Ev yek bi tûndî cihê rexnê ye û bi tu şeweyî ne ahlaqîye û nej î tê qebul kirinê.

Niha gelê me di bin êrîşên mezin de ye û xelkê sifîl tê hedef girtin. Heta niha civaka navdewletî nerazîbûnên xwe li dijî çavsorîya Erdoǧan anîye ziman û dixwazê ku Tirkîyê êrîşên xwe rawestînê, lê heta vê gavê jî ne Tirkîyê gav bi paş da avêtîye û ne jî pêngavên cidî ji bo rawestandina şer hatine avêtin. Tirkîye heta vê gavê jî gelê me ji hemû alîyan ve bombebaran dikê.

Em wek Hevkarîya Partîyên Kurdî û Kurdistanî li Almanya bangî tevaye civaka navdewletî dikin ku li hevpeymanên xwe ên kurd xwedî derkevê û bi erkê xwe ê mirovahî û ahlaqî ve rabê, ji bo rawestandina şer hemû hêza xwe bikin dewrê û di zûtirîn dem de rê li ber faşîzm û nijadperestîya dewleta Tirkîyê a li dijî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bigrê. Herweha banga me ji bo tevaye Kurd û Kurdistanîyên li Ewropa û dîyasporayê jî ew e ku rabin ser xwe û dengê xwe li dijî dagirkerîya dewleta faşîst a Tirkîyê û li dijî bê edaletî û bêbextîya dinyayê bilind bikin.

Li gelê xwe, li Rojavayêb Kurdistanê xwedî derkeve û bi tenê nehêle.

Hevkarîya Partîyên Kurdî û Kurdistanî li Almanya

12.Cotmeh 2019

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *