الرئيسية 1 أخبار 1 Li gorî perjewendiyên Kurdên Sûriyê tevbigerin

Li gorî perjewendiyên Kurdên Sûriyê tevbigerin

.Roj bi roj diyardibe ku tevgera siyasî a Kurd li Sûriyê ne li gorî qonaxa ku Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê  taybetî têre derbas dibe ye, û em dikatin vê yekê di hin xalên sereke de bînin ziman.

-Kirîza Sûriyê derbasî sala xwe ya heyştan dibe û piştî talan û wêraniya ku welatê me Sûriyê têre derbas bû, û hîn jî têre derbas dibe, Rojavayê Kurdistanê bi hişmendiya gelê xwe û tevgera xwe a siyasî dikarîbû ta radeyeke mezin gund- bajarok û bajarên xwe dûrî wêraniyê bibin, ku yekem parêzgeh bû li seranserî Sûriyê bi devereke aram dihate binavkirin, ku ew qonax ya destpêkê bû, û li ba gelek welatan ev yek bibû cihê matmayînê, lê piştî ku çareseriya leşkerî ji kirîza Sûriyê û hemû kiryarên (Opizisyona Sûriyê) û rêjîmê û hevalbendên wê têkçûn derfet li pêş çareseriya Siyasî bi çavdêriya netewên yekbûyî ve dakete holê ku anaha kar li ser vê yekê tê kirin.

-derbarê mijara me ya sereke ku tevgera siyasî a Kurdî li Sûriyê ne li gorî vê qonaxa nû a ku welat têre derbas dibe em dikarin vê bibêjin, gelo ji bo amadebûnê ji her guhertineke siyasî li Sûriyê ew li kune..?

yekrêziya mala Kurdî di çi qonaxê re derbasdibe û çima ev armanc û daxwaza sereke pêk nehatiye..?

tometbariya her aliyekî ji aliyê din re bi nerewatiya wî di rêvebirina deverên Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê ta kengî wê li meydanê be..?

-hin xalin serekene pêwîstiya wan bi hin şîrovekirnê heye, ku em dikarin di xalekê de vehewînin ku ji roja roj de partiyên siyasî ên Kurdî li Sûriyê ne xwedî biryar in, û bi ecindeyên Kurdistanî û herêmî ve hatine girêdan ku ji derve biryar û çarenivîsa wan tê dayîn weke mînak şermeke mezin e ku aliyên Kurdî bi vê yekê têne bi navkirin”Alîgirên Hewlêr- Silêmaniyê û Qendîl ê”.

Tevî ku tevgera siyasî a Kurdî ji erkên wê ye ku xwe ji çarçûveya xwe a Kurdistanî dûr nexîne û ev yek tucarî nekiriye ku di dîrokê de hatiye diyarkirin bê Kurdên Sûriyê çi ji perçeyên dîtir ji Kurdistanê re kirine û çi wefaderî ji wan re pêşkêşkirine, ku tu ji mindalekî Qamişlo yan Amûdê an Serkaniyê û Kobanî re bipirse navê çiyayên kurdistanê yan bajarên wê an rêberên kurd çine û kîne  wê yekser bersivê bide, lê çi li başûr û bakur û rojhilat tiştekî li ser Kurdên Rojava nizanin, lê hêzên sereke li Kurdistanê tevgera siyasî li Rojavayê kurdistanê wek peye û destek ji xwe re dîtin û mixabin tevgera siyasî a kurdî jî karîzmeya xwe û taybetmendiya xwe ne dan pêş ku ev yek bû cihê hemû kêşeyan ku em di vê qonaxa nazik a ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe bibînin.

(Partiyên Siyasî ên Kurd li Sûriyê nabin yek heta ku Hewlêr û Silêmaniyê û Qendîl li hevnekin).

tê xewstin ku em ji bîr û baweriyên xwe û li gor taybetmendiya Kurdî Rojavayê Kurdistanê tevbigerin û ji partiyên Kurdistanî jî tê xwestin ku destêwerdanê di karûbarên kurdên Sûriyê de nekin, gelo wê ev yek bibe…?

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *