Bi xemgînî hunermend û gelî Kurd roja 24ê heyva kanûna yekê nûçeya bejna bilind ya hunera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir bihîst.
Mihemed Elî Şakir ê ku zêdetirî 50 salan xizmeta hunera Kurdî kir û sêsed stran ji gotin û awazên xwe ji hunera Kurdi re hişt li nexeşxaneyeke Qamişlo bi sedema nexweşiya Koronayê ji nav me barkir.
Mihemed Elî Şakir, stranbêj û helbestvan, ku ji bajarê Serê Kaniyê ye û sala 1946an li bajarê Dirbêsiyêjidayîk bûye, li goristana bajarê Amûdê bi axê hate spartin, ji ber ku bajarê wî ê ku jê hezdikir û bi dehan stran li ser gotin Serêkaniyê ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyê Sûrî ên bêve girêdayî dagîrkirine.
Hunermendê bejin bilind Mihemed Elî Şakir Zimanê Îngilîzî li Zanîngeha Helebê xwend, wî di sala 1963 dest bi karê hunerî kir û di sala1968 û birayê xwe Mehmûd Ezîz yekem stran çêkirin herwiha Nêzîkî 300 stran û helbestên wî hene.
Hêjayî gotinê ye ku Nemir Mihmed Elî Şakir Gelek hunermendan stranên wî gotine Mîna :
( Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir, Şehrîbana Kurdî û Gulîstan Perwer, Mistefa Xalid, Berdan Mardînê, Cemîla Mistefa û Zoya ).
Lê cihê xemgîniyê bû ku Ev hunermendê bi nav û deng di mirina xwede ne bi rengekî wek tê xwestin hate veşartin, lê ew ê di dilê gelê xwe de ger dem zindî bimîne.