أخبار عاجلة
الرئيسية 1 أخبار 1 min digot …Arşek Baravî

min digot …Arşek Baravî

Ez ê rewa çavên şil bidizim, da hew karibin xemgîn bibin, ez ê tenahiya xwe bidime kul û keseran..bila serê xwe bermedin ber xwe, çi tiştên ku wan kovan û xemgîn dikin..bila wan bidine min, ewan derdan radestî min bikin, destêwerdanên biyan.. navbera me xera dikin.. mane ev bihane ye.. ne…?

Di wêneyên gilolîkên hêstir.. û rondik û fermiskên çavan re.. serdana min bikin, dûrî min merevin..ji min dûr mekevin, wê şahiya min jî mîna we..bengîniya xwe wenda bike, ez berê têra derdê xwe nakim.. çiqandî pir in,tew min ên we jî hilgirtine.. loma ez bûme hilgêrê barê giran, lewra.. giriyê jar û perîşanan ji Yazdan re ..şahî ye, loma.. kenê wan jê re xemgînî ye û bobelat e .. tew ne xema wî ye..!!

Gelê min roj bi rojê re dipinise, mîna newêrekan.. rastiya gotinê dixwe û dadiqurtîne.. û diçilmise, xwe pê haş dike.. û di dilê kêrgo(keroşk) de dilûse û diponije..hênkaya paldana li bin holikê..û li ber sura bayê bindestiyê.. di bîra xwe tîne, diqiçqiçe..dikizkize.. û dîsan weke dîsan..qîma xwe tîne, jêbeniyên(zebeniyên) dojehê jî hew bi me ewle dibin, li ber deriyê dojeha bizdonek me di hêwirînin.. û bi me re bi ŞAŞRENGÊ dilîzin, da ku pîzot ji bo hevdîtina  me.. ji wan nexeyidin , ango ew pîzotên dojehê jî.. ji ber me şerm û fedî dikin….!!!

Me guhên xwe dane ber çavên xwe, da ku kes nizanibe bê em bi guhên xwe dinêrin an bi çavên xwe dibihîzin, dema ku em xwe riswa dikin .. em xwe dixapînin..û em xêwok û tirsokan li xwe gurîx dikin, me xwe wilo dîtiye…

Em rûlirû dibêjin; dema gonê pisîkan e .. ma ya mirovan çi ye..?

Lê li paş hev..geh tu yî.. û geh jî sûcê wî ye, me konê berjewendiyan vegirtiye.. û gorî bêxwedî ye, lê- ya me kîndarî ye …

Mehşota çavgank û penîrokan ..li wêrekî û cegera  mêraniya me xistiye, me xwe herdem kêm û zelûl dîtiye, em kole û beniyên xelkê mane, lewra em ji hev re kîndar in, ji xelkê re jîr in û ji xwe re kwîr in..ji hev perçe ne, ev perçebûn bûye sedema ku  em tawanên bêyî gîrov û biyang.. ji kîna xwe dadimezirînin.. ku her tawanek ji baweriya dadgehên rewayî mezintir e…

An em ê kardiyê bixun..da ku zimanên me lal bibin û hev ne êşînin, em ê bi kulîlka bencê guhên xwe bixetimînin..da ku em dengên hev nebihîzin, em ê çavên xwe bi perda şevê binixwêmin.. bila em hev nebînin, çêtir e ku em hev bixapînin.. û qiriktaliya xwe bi petrîşok û zilindarê derman bikin…

An jî divê em dijûn û nufiran ji ferhenga xwe pavêjin, keçî û gunehên xwe daweşînin, tawan û gunehbariyan ji dadweriya dadgeha xwe.. tune bikin…

Wê çaxê.. em ê werîsê hevgirtinê bi hev re bihûnin, rîsê tevna civakî bi hev re birêsin, çewtî û poşmaniyên kevn bi yek destarî bihêrin û li ber yek bayê bidêrin…

Gelê min; derfet hatiye , dem xwe diguhêre, wê birayê biçûk beriya yên  mezin.. xwe bi serî bike, vê derfetê ji dest xwe bermedin, ku çû hew vedigere.. gelo kê bawer dikir ku dora wî beriya wan were?!!

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *