الرئيسية 1 أخبار 1 Nivîsandin, pirûtk, pêşengehên pirtûkan û rewşa heyî. ….. Kurdyar Dirê,Î

Nivîsandin, pirûtk, pêşengehên pirtûkan û rewşa heyî. ….. Kurdyar Dirê,Î

Ji bo ku tu meletekî an jî civakekê ji wateya wê vala derxîne û bike civakeke kole, peye, û bi tenê şopdar, birçî û dilbijê derdora xwe be, bê guman di serîde, têkbirina çand ziman û dîroka wiye. mirovatî di gelek serdeman re derbasbûye û ji bo ku mirov xwe bibêje ,li ser keviran ,dîwarê şikeftan ,xêz û wêneyên sembolîk  çêkirine, ta gihiştiye serdema someran ku nivisandin despê kiriye ,lewra jî gotine ku  dîrok ji somer despêkiriye. despêkirina dîrokê ji someran nayê wateya ku mirovan beriya wê serdemê bê berhem bûn an jî bê dîrok bûn ,lê belê tê wateya giringiya nivisandinê di mayindekirina civakan de , ji ber çawa ku mirov nikare hemû bûyerên jiyana xwe di hafîza xwe de kombike û bi demê re ,dê ji bîr here ,her weha dîroka civakan jî ,dema neyê nivîsandin dê bi demêre ji bîr biçe , tewş û tevlihev û duristiya wê namîne ,lê dema bê te nivîsandin , bê guman dê ji nifşekî bighêje nifşekî din û li ser dê ava bibe , lewra dîroka someran gihiştiye roja me ya îro bi saya nivisandinê , mînakeke ber biçav  mînaka gelê me bi xwe ye ,ku heta roja îro li sr bingeh ,dîrok, jiyan û reseniya gelê kurd ,bi dehan nêrînên tewş û ne eqlane diyar bûne, ji ber herdem şerê gelê me bûye û hatiye xwestin ku bê ziman ,bê dîrok û bê wêje be ,bi taybet piştî dagerkirin û perçekirina  kurdistanê ji hêla  dagerkeranve ,di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de, lewra îro dema ku em dixwazin dîroka xwe binasin, em pir zehmetiyan dikşînin. ji bilî hin berhemên ku biyaniyan li ser me nivisandine ,her weha lîstina  wêjeya devikî roleke baş di parastina çanda me de , dîroka herî fireh û resen di nava lingê dagerkeran de bertelef û wenda bûye ,lewra em giringiyeke mezin didin rola nivîsandinê ku civakan û hafîzeya wan mayinde dihêle .mirovatî di gelek serdemên nivisandinê re derbasbûye  ta gihiştiye serdema ku nivisandinên xwe ,bike pirtûk û belav bike.  di despêkê de li ser kevirên dîwarên şikeftan,di peyre li ser çermê lawiran û depên heriyê ,lê belê weke pirtûk  ku ji gelek rûpelan pêk tê , diyardibe ku kevintirîn pirtûk,  pirtûka )atrûskane( ku ji şeş rûpelên ji zêr pêk tê û temenê wê vedigere 660 beriya zayînê , ewjî di mûzîxaneya bulgarya de ye . ji xwe li ba kurdan têye gumankirin ku pirtûka avesta a pîroz ku vedigere 600 sal berya zayînê  kevintirîn pirtûka kurdiye ,bi zimanê medan hatiye nivisandin. lê belê  giringiya pirtûkan çiye? di jiyana mirovan de çi rolê dilîze ?em pir dûr naçin hema emê gotina seydayê cegerxwîn bînin ziman ku dibêje

xwendin nebe kes naçe pêş   peyda dibin pir derd û êş

ji xwe xwendin jî girêdayî nivîsê ye û nivîsandin jî li ser rûpelane û ji koma rûpelan pirtûkek têye afirandin, lewra eger pirtûk nebin wê xwendin çawa bibe !  û eger xwendin nebe wê çawa mirov hişê xwe fireh bike! û fêrî zanist , wêje û dîrok ê bibe , lewra pêwiste ku pirtûk hebin ta ku mirov bixwîne û xwe li pêşxe , ji bilî xwe pêşxistinê.. hebûna pirtûkan têye wateya mayendebûna hafîza miletan û hebûna bingehê ku nifşek li pey nifşekî din xwe li ser avabikin ,çimkî çand , zanist û tecrûbeya miletan bi şêwazekî komî, avadibe .her weha pirtûk dikeve şûna pir çalakiyên bê sûd û demên valabûna mirovan tijî dike, bi taybet ji ciwanan re ku dergehê zanyariyê û hişmendiyê li ber wan vedike . raste di dema îrode teknolociya li pêşketiye û mirov dikare her tiştê bixwaze bixwîne, li ser enternê tê peyda bike ,lê belê ev pêşketin cihê pirtûkê tijî nake û nabe elternetîvê pirtûkan, çimkî xweşî û cudahiya giyanê pirtûkan ji van teknîkan  berbiçave, ku dibe him heval û him dostê herî bi ewle û resen ji mirovan re . di hemû welatande ji bo ku weşanxane dezgehên rewşenbîrtiyê niviskar berhemên xwe pêşkêş bikin pêşengehên pirtûkan li dardixin .di sistema kapîtalizmê de ku her tişt ji kirîn û firotinê re ye, her weha zuhniyeta- çendîn qezenc bike- li pêşe, armanc ji lidarxistina pêşengehên pirtûkan  ,mîna armanca ji avakirina febrîqayekê re an jî kampanyayekê re ye ,armanca sereke kirîn û firotine . raste li darxistina pêşengehan , demsaleke ji bo hevdîtin û li hev kombûna weşanxaneyan û piropogande ji pirtûkên xwe re û li darxistina şahiyên imzeya pirtûkane, lê belê di eynî demê de jî sûd wrgirtineke bazerganiye. ji xwe di civakên mîna civakên rojhilata navîn de, ku pirên sîstemên wan diktatorin , bê guman qedexeyeke mezin li ser pirtûkên bi wate an jî yên ji derveyî armancên wan heye, lewra di pêşengehên pirtûkan de ku li dardixînin, ji bilî piropogenda û mijareke ragihandinê namîne ,her weha pirtûkên ku têne pêşkêşkirin piraniya wan di çarçova siyaseta wn sîstema deye, lewra sûd wergitina ji van pêşengehan yek aliye, ne civakiye  . heger em werin li ser  rewşa kurdan û bi taybet li başûr û rojavayê kurdistanê ,ji ber derfetên heyî ku herdû perçeyên welat azadin,  giringiyeke mezin heye ji lidarxistina van pêşengehan re, ji xwe di demên dawî de jî pir pêşengeh li darketine, him li başûr û him jî li rojava ,lê belê eger em bipirsin ma gelo ta çi astê ev pêşengehana serkeftîne ji derveyî ragihandin û piropoganda ya ji van pêşengehan re raste li darketine û pir pirtûk pêşkêş bûne lê ema ta çi astê tasîr li civakê kirine di baweriya min de tevliheviyeke di vir de heye di milê rêxistinkirin lidarxistin  cûreyên  pirtûkan û armanca sreke ji pêşengehan re çimkî her civakek û taybetmendiyên wê heye  û civaka kurdî bi taybet civakeke ku herdem rastî imha û inkarê hatiye lewra pêwiste xwendinek rast hebe dema ku pêşengeh li dardikevin di milê armanc û mebesta ji pêşengehan ango her pêşengehek û armanceke wê a sereke hebe, mînak em bêjin ku armanc wêjeya kurdî be an jî dîroka kurdîbe an jî çi dibe bela bibe, lê belê sûdwergirtina civakê jê hebe, û girêdayî xewn û xeyal û pirsên di mejiyê wî de be, her weha armanca sereke têgihiştin û çandina hezkirina xwendina pirtûkan be ,lewra pêwiste ku dilxweşkirin û hesankirna bidestxistina pirtûkan ji civakê re hebe , ne tenê hema çi weşanxane be an jî nivîskarbin an jî pirtûkbin beşdarî pêşengehan bibin , pêwistê plankirin hebe ku çendîn em berê ciwanên xwe ,xwendevanên xwe wêjevanên xwe bidin  ber bi xwendina pirtûkên ku di xizmeta azadî ,pêşxistin û hişmendiyeke welatparêzîve bibin, lewra dibînim ku pêwiste beriya li darxistin pêşengehan tedbîrên cidî werin girtin,  mîna rêze nerînên li jêr .

– rêveberiyên an jî serdarên deverên ku pêşengeh lê lidar dikevin alîkarbin ku hemû qatên civakê karibin bi hesanî  pirtûk an bi dest bixin 

– hevrêzî dinavbera saziyên rewşenbîran û weşanxaneyan û berpirsan de hebe ku armanca sereke ji pêşengehan bibe çandina  rewşenbîrtiyeke resen di civakê de be û prtûkên resen  bi wate bi sûd werin pêşkêşkirin

-li darxistina pêşengehan têkeve rojên cejnên netewî bîranên niviskaran bûyerên taybet û bibe çalakiyeke salne di eynî rojê de dûbarebibe

Miletên rewşenbîr bêtir dikarin azadbin  û girêdayî welat û çanda xwebin çimkî hesane ku tu wî miletî hişyar û agahdarî rewş û jiyana wî bike her weha zû tê dighêje çi  pêwiste û ne pêwiste di serdemên taybet de

Pêşengehên pirtûkan pir giringin û giringiya wê girêdayî  armancane beriya her tiştekî din gelo armanc ronîkirina civakê ye  an jî bazerganiye hingê jî emê karibin bêjin serkeftîne bi sûdin an jî na

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *