الرئيسية 1 أخبار 1 Pêwîstiya belgekirina tawanên dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê

Pêwîstiya belgekirina tawanên dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê

Ji enca Oprasyaona Dewleta Tirk û çeteyên wê ji rikberiya Sûrî li ser Rojavayê Kurdistanê bi dehan binpêkirinên li dihî mafê Mirovan hate encamdan, ku bi taybet li bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê hate kirin, ku ji roja pêşî de wan hewildan ku hertiştî tunebikin, û ev yek baş hate diyarkirin di bikaranîna artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê di bikaranîna çekên qedexekirî li ser asat cûhanê ku zarokê bi navê Mihemed bi qêrîn û hewara xwe binpêkirinên vê dewleta nemirovane ji cîhana ku bi mafê mirovan bandike nîşan da.

 ji hêleke din ve bi dehan raportên navdewletî çi ên xucih û çi ên navdewletî ev yek tekez kirin ku çekên qedexekirî ji hêla dewleta Tirk a dagîrker li Rojavayê Kurdistanê hate bikaranîn lê tenê di wê çarçûveya belgekirinê de ma bê ku hêzên navdewletî û rêxistinên têkildar deng ji xwe bînin, lê ya herî baş ew e ku ev hemû belge bêne danhev û ji dadgeha tewanan a navdewletî re bêne rêkirin ta ku rojekê ji rojan bibe belge û dewleta Tirk a nemirovane bê were cezakirin.

 ev mijara belgekirinê tiştekî herî baş û giringe ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ta radeyeke mezin hemû kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wî ji rikberiya Erebî bêne belgekirin bi wêne û vîdyoyê û bête şandin bo rêxistinê mafê mirov û ên Hiqûqî ta ku li ser rawestin û kar û xebatê jê re bikin ta ku li dadgeha tawanan bê dayîn û cezayên cengê li ser dewleta Tirk biçespînin çi nêzîk be û çi dûr be.

bi hevre bo belgekirina tawanên cengê ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê di derheqê Kurd- Ereb- û Suryanên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *