الرئيسية 1 أخبار 1 Roja Cîhanî ya zimanê Dayikê…..Ekrem Sebrî

Roja Cîhanî ya zimanê Dayikê…..Ekrem Sebrî

Weke ku ji hêlla UNESCOyê ve ku di roja 17.11.1999an de hatiye destnîşankirin, hersal di roja 21ê Sibatê de  tê pîroz kirin. Begoman sedema destnîşankirina vê rojê bi teybet ewe, ku di vê rojê de li welatê Bengladêş sala 1952an ji bona fermîbuna zimanê Dayikê xwepêşendanek pêkhatibu, 11 mirov bi destê Polîsan hatin kujtin.

Lewma li ba me Kurdan jî van salên dawî heskirin peyde bu, ku em jî vê rojê weke roja zimanê Dayikê pîroz bikim, û tê pîrozkirin. Mebesta me bihtir ew e qedexiya zimanê me di bin rewşa dagîrkirî de û bi teybet siyaseta nijadpersta dewletên dagîrker li her 4 parҫeyên Welat.

Ev gelê ku di rojhilata navîn de jiyana xwe di bindestiyeke bê mafên mirovatî de berdewam dike, li welatê me zaravên ku hene Kurmancî, Soranî û Zazakî, rastî qedexekirinê tên û gelê me li ber xwe didê bo parastina Zimanê xwe yê dayikê, ji ber vê yekê berxwedan û berevaniya zimanê Dayikê erkekî berz û bilinde li ba miletê me li her deverî, hem li Welat û hem li derveyî Welat.

Parastina Zimanê me yê Kurdî ji mêj ve, hem bi nivîs, hem bi xwendin û hem bi axavtina wergirtî ji Dayik û Bavan fêrbune. Belê vêce bo me Kurdan teybetmendiyeke giring ewe, bo ku bikarin Zimanê xwe biparêzin û nifşên me yên dûv hev re werin ji hev perwerde bibin, ji Dê û Bav wergirin û bigihênin nifşên nûhatî. Ya herî balkêş jî ew e parastina zimanê Kurdî rolla wê mijarekî hebûn û nemanê ye.

Li gor UNESCO mafê her mindalekî heye bi zimanê Dayika xwe perwerde bibê, û li gor Konvensiyona Zarokan ya NY mafê gelên kevnar heye ku bi zimanê xwe Nasnameya xwe nasbikê. Rewşa me ya ku em di bin destên 4 dewletên dagîrker de ne, ji mecbûrî li dibîstanên wan fêrî zimaê Erebê, Farisî û Turkî dibin û xwendina xwe bi zimanê wan dewletan fêrbibin. lê me dikarî zimanê xwe bi axavtina mal ji dayik û bavên xwe ji bîr nekin, bere bizanin ku bi vê derfetê nasnamya xwe nas bikin û xwedî derkevin.

Bi xêra keda Zanayên me û nivîskarên me, me dikarî zimanê Dayikê biparêzin û nasnameya xwe binasin, îro pir derfetên din jî hene , ku alîkarin bo fêrbûn û pêşdeҫûna zimanê Dayikê, weke Telvizion, Radio, Kovar,  Pirtûk û rojname li ber destên Zarokane û alîkariya wan dikin bo pêşdeҫûna Ziman. Xwendin û guhdarî bi zimanê Dayikê rê dide Zarokan ku perwerde bibin û fêrî Dîroka xwe bibin.

Berdewamiya siyaseta nijadperset ya Dagîrkeran bi hemu şêweyên xurt nikarin Tariyê bi ser me de bênin. Şer û êrîşên zordarî li ser gelê me, hem li rojhila, hem li başûr, hem li bakur û hem li rojava berdewamin û bi êrîşên hovane û terora reş li ser deverên kurdistan nikarin zimanê Dayika me qedexe bikin û bi me bidin jibîr kirin.

Roja Cîhanî ya zimanê  Dayikê bere îsal dîse bi ser gelê me de bi pîrozî werê û ronahiyê bihtir geş bikê, daku em karibin hîn bihtir biparêzin û pêşde bibin.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *