الرئيسية 1 أخبار 1 Salyadî koҫa dawî ya serdarê bilind Deham Mîro Û Salyadî şehîdbûna serdarê bilind Kemal Ehmed Derwêş …..Ekrem Sebrî

Salyadî koҫa dawî ya serdarê bilind Deham Mîro Û Salyadî şehîdbûna serdarê bilind Kemal Ehmed Derwêş …..Ekrem Sebrî

Ev meh bo me gelê Kurd û hevalên Partiya Dêmokrata kurdî li Sûriya(PARTÎ)  teybete, bîranîneke xemgîn bi xwe re tênê, ew jî ya koҫa serdarekî bi nav û deng xwedî bandoreke dijwar bo me li ser şopandina rêҫa xebat û têkoşîna Kurdayetî, ya Dibistana Partî, ya dewlemend bi rêbaza Barzanî, ku bo nifşên nûhatî  ronahî bê. Serdarê bilind yê hilgirê nama Barzanî bo berbihev anîna herdu beşên Partî, nemir Hacî Deham MÎRO ye.

Jiyana nemir ji roja rojbûna wî li gundê Sêgirka Mîro sala 1921an de, ber bi temenê xwe yê heya dema xortaniyê û hilgira wî şerefa andametiya Partî bi hêz û xurtayî ref bi ref li gel rêhevalên xwe, xizmetkariya wî û têkoşîna wî ji tevaya heval û hogirên wî re xuya ye.

Sala 1970yî li ser daxwaza Barzanî bo ҫareseriya kêşa parҫebûna Partî dibê endaamê Komîta serkirdayetiya katî û hewldana wî bo yekbûna Partî kedek darî ҫav kir û gihande qûnaxa ku sala 1972an li Nawperdanê di bin sîwana Barzanî de Kongirê yekîtiyê li dar kevê û bibê Sekreterê giştî, navê Partî bu ,,Partiya Dêmokrata Kurdî li Sûriya(PARTÎ),, û heya niha ew Partî bi wî navê Pîroz xebata xwe li ser rêҫ û wê rêbazê berdewame.

Piştî vegera wan ji Başûrê Kurdistan dest bi xebateke xurt kirin, bo helwesta rêzanî û kurdewarî  beramber pilanên Şofînî yên li dijî gelê Kurd bun, ew û ҫend hevalên wî yên serkirdayetî rastî girtinê hatin û ji Qamişlo rakirin zîndana Şamê, bo zanyarî girtina wan yekser girêdayî Serokê Sûriya bu, ku kesekî nikarî lê bipirsê û xwedî derkevê, piştî nêzîka 8 salan hatin berdan û li nav gelê xwe ma di Êş û Azarên wan de, heya roja koҫa wî di roja 02.11.2010an de û li Gundê wî Mozelanê yê ji wir dest bi xebatê kir û li wir hate girtin, bi xaka Pîroz hate sipartin.

Di demeke nêzîk de di karî pir dijwariyan li jiyana partî bikê û wê pir bi hêz bikê, partî dikarî bi xurtî xwedî li kêşa Kurd derkevê bi teybet alîkariya wî bo Şoreşa 11ê Êlûnê, herweha piştî girtina wî û hevalên wî, hevalên mayî dikarîn Barê wan hilgirin, têkoşrê nemir Hemîd SÎNO bi hemî zanyariya xwe kete bin hilgiriya Barê Partî de, ku bi xwe jî hate girtin û li wan bu mihvan.

Lê her ku girtin jî hebu hevalan Bar ne dihêlan li Erdê û têkoşîn berdewam dikirin, heya ku rêhevalê Têkoşîn û Xebatê Şehîdê nemir,, Kemal Ehmed DERWÊŞ,, serdariya kar û xebata Partî berdewam kir, bi teybet ku partî xwe da ber xizmeta Şoreşa 26ê Gulanê sala 1976an.

Nemir Kemal Ehmed sala 1939an li bajarê Serê Kaniyê hatiye dinê, sala 1958an tevlu refên Partî dibê, xwendina Avokatiyê li bajarê Helebê dixwend û bi dawî anî, paşî wî li Bajarê Qamişlo li ba Dadgehê kar dikir, ji endametiya komîta navҫa Qamişlo ber bi Endametiya Komîta Nawendî tê hilbijartin, dawiya sala 1979an dibê Sekreterê Partî û heya roja Şehîdbûna wî.

Şehîdê nemir di wê dema ku rêberiya Partî dikir, partî rastî gelek zehmetiyan dihat, yek jê alîkarî û xizmeta Şoreşa 26ê Gulanê ya ku piştî rawestandina Şoreşa Êlûnê dest pê kiribu, bi saya ramyariya Partî, bêgoman gelek kelem dihatin pêşiya Partî, lê wî û rêhevalên li gel di Komîta Nawendî de Rê li ber gelek Pîlanan girtin, û gelek xebatên darî ҫav jî dikirin, yek ji xebatên wan damezrandina,, Hevbendiya Dêmokratiya Kurdî li Sûriya,, ya ku ew û rêhevalê wî Şêxmûs ji Partiya Ҫep bi rûdawa hatûҫûyê bi Tirimbêlê canê xwe ji dest dan, hêjayê gotinê ye ku herdu li ser Biryara Komîta Bilind ya Hevbendî ҫûbune Bajarê Hissiҫa bo Dîdara karbidestê Berpirsyarê Partiya Baas.

Şehîdbûna wî û koҫa wî ji Qada xebat û têkoşînê cihekî vala li şûn xwe hêla, ya ku bandora wî li ser hebu, lê bê ҫawa ji roja ku Partî hate damezirandin û heya Roja Îro hevalan Barê rêveberiyê li Erdê ne hêlane û bi Mêrxasî hilgirtine, Barê Şehîd Kemal nema li Erdê , rêhevalê wî yê bi hêz û himet ku bi sala li gel wî xebata Partî bi rê ve dibirin ,, têkoşerê xebatkar Nessredîn ÎBRAHÎN,, Barê wî hilgirt û heya roja îro bi soz û peyman dipêşengiya tevaya rêhalan de berdewame.

Em weke Partiya Dêmokrata Kurdî li Sûriya(PARTÎ), bi qedirgiranî herdu Têkoşerên Bilind yên Partî Mamo Hacî Deham MÎRO û Şehîd Kemal Ehmed DERWÊŞ bi Bîr tênin û soz didin ku li ser wê Rêҫ û Rêbaza wan bi himet di xizmeta gelê xwe de berdewam bin. Em xweş behwerin ku rêҫa wan rêҫa şan e bo serfirazî û rezgariya gelê Kurd e. Bîranîna wan ronahiya rêҫa xebata me ye.

Bi hezaran silav bo giyanê wanî pak û tevaya karwanê nemran.

Serkevtin her pişka gelê me ye, bijî xebata gelê Kurd.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *