الرئيسية 1 أخبار 1 Serê Kaniyê

Serê Kaniyê

Serê Kaniyê an jî Serêkaniyê (bi erebî: رأس العين, lat. Ras al-Ayn), navçeyeke Hesîçeyê li Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye.

Serê Kaniyê dikevê ser sînorê Sûrî û Tirkiyeyê û navê wî bi tirkî bû Ceylanpınar. Serêkaniyê 85 km ji Hesiçe û 90 ji Qamişlo dûre.

Li gor hin sermijêrên 2010 hejmara niştecîhên Serêkaniyê 24 hezar û 242 kesin.

Dîroka Serêkaniyê vedigere heya 200 sal berî zayinê, dema Mîtaniyan. Di dema romayê de navê bajêr « Resaina » bû.

Ev nav li ser gelek pereyan û tekstan hebû. Di « Tabula Peutingeriana » (Tabloya peutingerî) navê Serêkaniyê hebû. Di dawîya sedsala 6 bajer du caran bi tevahî hate xerabkirin.

Di sala 640 z. Serêkaniyê kete bin destê Ereban.

 Di sedsala 10 Bîzansî ketin Serêkaniyê û bajar talan kirin.

Serêkaniya niha, a em wê nazdikin di sala 1878 jinûve hatiye avakirin.

Pişşerê cîhanê ê yekemîn, Serêkaniyê di navbera Sûriye û Tirkiye de hate perçekirin û heya îro jî hîna perçeye.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *