الرئيسية 1 أخبار 1 Şerê “Qoç Hessarê”

Şerê “Qoç Hessarê”

Ji rûpela Muhsin Seyda,

wergerandiye bo kurdî

Şerê “Qoç Hessarê” di 1516 û dawî bûna ferweriya Sefewiyên li “xakên Kurdî” ên li herêma Cezirê.

Bajarokê  “Qoç Hessar” bajarê dîrokî yê Denisar e, û “Kiziltepe” an “Qoserê” ya îroyî ye, li başûrê roavayê Mêrdînê ye, ê bi dûrbûna ketina kevirekî avêtî ji bajarê kurdî Dirbêsiyê li Sûriyê.

Dîroknasê Osmanî Se’dedîn Xewace (1516 – 1536) di pirtûka xwe ya bi nave “Tac al-Tawarikh” (bi Kurdî: Taca Dîrokan) de diyar dike, ku piştî Mihemed Paşa, Mûsil bi serweriya Osmanî ve girêda, kelehên Şingalê, Tellefer, Erxenê, Sêwerek, û Bêrecik, bi tevahî ketin bin rêveberiya Osmanî û hemî Xakên Kurd bûne binyadê welatên Osmanî, û bi dirêjahî Nivîskar diyar dike, li ser mîrek û Beglerên kurd, ku li rex Osmaniyan beşdarî şer bûne.

Di piraniya nvîsînên dîrokî û xakgerîniyê de, herêma Cezîrê bi piranî bi awayê xakgerîniyê ve tê salixdan, lê dîroknasê Textê Osmanî, Se’dedîn Xewace, ew wekî xakên Kurdî bi nav dike.

Hêja ye gotinê ku Mîrê Kurd, Şerefxanê Badlîsî, ji bo pirtûka xwe “Şerefname” de, pirtûka “Tac al-Tawarikh” (bi Kurdî: Taca Dîrokan), yek ji jêderên pirtûka xwe diyar kiriye. Min xwe spart wergerandina dîrokzan û lêkolînerê Fadel Bayat, nivîskarê pirtûka Ȋmperatoriya Osmanî di warê Erebî de.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *