الرئيسية 1 أخبار 1 Şeva çile (yelda)..!?

Şeva çile (yelda)..!?

Ev navê şeva 20/21 ê ya dirêjtirîn şev e di salê de..

Ev navê rasteqîne ye ji berî 8000 sal de, lê piştî belavbûna olê “ÎSA” xaçperestî di peyaseyê çaran yê zayînî de bi “yelda” binav bû ji bal wan kesên arî û mêtrayî yên bûyî xaçperest..

Ev (yelda) jî gotinek Suryanî ye, û hatiye nasîn bi zayîna Îsa, lê ev ne rast e, ji ber ku zayîna peyamber Îsa dikeve 28ê çile de..

Ew bi xwe şeva zayîna “Mêtra” ye, (roja zayîna rojê) ye..

Ev jî xayan û dirêjahiya aheng û şahiyê Someriyan e ji berî 5000 sal de, ku Somerî ji xwe pêşiyê kurdan e..

Ji 21ê meha çile de roj dirêj dibin û şev kin dibin, germ û ronahî bihtir dibin, reşî û serma kêm dibin..

lewre Someryan aheng li dardixistin..

Di dasîtan û efsanên kurdî dibêjin: roj û heyv ji hev hezdikin û di vê şevê de hevdigihin û lihev dicivin, û bafira pêşî di salê de di vê şevê de dibare..

Ev şeva 20/22 ji çilê pêşî, şeva herî dirêj e di salê de û dikeve nîvê zivistanê, û dibe serê rojiyê li nik Yarîsaniyan ku (3) sê rojan dirêj dike, li gorî mana “San sîhak” nûjenkarê olê Yarîsanî bê av û xwarin di şikeftê de, piştî reva wî ji miletê  wî ku dixwestin wî bikujin..

Di roja pêncşembê 20/22ê çile yê sala 2018an de li bajarê Silêmaniyê  komela tore û filokulorê kurdî û hinek kesaytên rewşenbîn û olnas û nûnerê ola zeredeştî di hola “Tiwar” de bi rê û resmên fermî navê “yelda” yê sext guherîn “çila” navê rast û dirust.

……………………………..

#nivîsandin: Dr.Mihdî kakayî.

#wergerandin ji erebî: M Mahfouz Rashid.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *