أخبار عاجلة
الرئيسية 1 أخبار 1 Yekîtiya Kurdî

Yekîtiya Kurdî

Bêgoman pêşeroja pirsgirêka Kurdî girêdayî yekrêzî û yekîtiya Tevgera Kurdî ya rêzanî ye,di dema ku rewşa Sûriya kete vî rengê Tehlûke û bi teybet rewşa Tevgera kurdî ya ku jê dihate xwestin, ku di asta berpirsiyariyê de bê û nehêlê gelê me rastî vê rewşa xirab werê, pêwestî bi yekrêzî û yekîtiyake xizmetkarî hebu, mixabin di vê rewşa han de tarumarî û nakokiyên mezin dane ber xwe, bi wê yekê me dît ҫawa rewşa gelê me ber bi xirabiyê ve ҫû.

Ji dema destpêka Şoreşa Sûrî dest pê kir, derfetke baş bo tevgera me hat, eger karîbane li hev bikiribane û destê xwe dabane hev, lê mixabin me dît bê ҫawa bi rê ve ҫû, merov hinekî bi şûnde vegerê û lê temaşe bikê, me dît derfeta kû bidest me ket, bi teybet alîkariya serok Barzanî û piştevaniya wî bo hevgirtin û rêveberiya hevbeş beramber rewşa xirab daku bikaribin mafê xwe bidest bixin, mixabin destên xirab yên derve bi teybet dewletên dagîrker derbasî nav me bûn û nehiştin ew armanc bi cih werê.

Sal bi sal rewş ber bi xirabiyê ve ҫû, gelê me der bi der bû û pir şepirze bû, gelkan berê xwe dane penaberiyê ber bi dewletên Cîran û ber bi derveyî Welat, bi piranî ber bi Ewropa, yên ku li Welat jî man , ketin ber rewşke xirab, ku pêdiviyên jiyanê bi wan zor dihatin, ji hêla din ve tirsa şerê Têrora reş bi metirsiyeke mezin ber bi wan dihat,lewma roj bi roj gelê me ҫav nihêrê yekîtiya Tevgera me bûn.

Dema ku Encûmenên kurdî û partiyên din daxwaza yekîtiyê ji wan dihate xwestin, ne li ser hev bun û nikarîn wissa li gor daxwazê bin, gelek nakokî ketin nav wan de, her 3ê hevpeymanên ku pêk hatin nikarîbûn berdewam bikin, sedemên wê jî herkes dizanê, lê şiqas xebat bi 

rê ve jî diҫû wissa jî êş û derd mezin dibûn, êdî hewcedarî roj bi roj bi yekîtiyê hebû, ҫareserî jî gelekzor û zehmet bûn ji ber serhişkiya hin kesan û partiyan.

Piştî rewş ber bi dagîrkeriya dewleta Tirk û ҫeteyên wê zêde bûn, dagîrkeriya Efrîn, Girê Sipî û Serê Kahniyê û berdewamiya bihtir ji dagîrkeriyê ber bi deverên din, neҫarî neme ku li ber xwe bidin, em gihane dema manê û nemaê, ev pêşneyar ji hêla Generalê HSD ê Mezlûm û piştevaniya serok Barzanî û dewleta Emerîkî û piştevaniya dewleta Ferensa bo yekîtiya Tevgera Kurd hate ber Tevgera me, ku tu ҫare ji yekîtiyê pêve neman.

Yê me weke partiya dêmokrata kurdî li sûriya (PARTÎ) herdem ronî bu ji bo daxwaza yekrêzîyê û yekîtiyê, ew behweriya me bu ji bo berjewendiya gelê me, dema ev hêviya yekîtiyê hate ber me, me bi hemî şêweyî kar bo yekîtiyê kir û piştevaniya xwe diyar kir, îro cihê kêfxweşiyê ye bo me û gelê me ku ev yek pêk hat û bi hêviya ku herê serî.

Cihê kêfxweşiyê ye ku herdû Şandên Partiyên me karîn li hev bikin û karibin gaveke dîrokî ber bi lihevkirinê werin, roja 16ê hezîranê bi daxuyanîyekê  ragihandin, wan li hev kirin û wê di pêşerojê de li ser hemu pirsgirêkan bisekinin,nexasim ku wê li ser peymana Dihokê weke bingeha wê danûstandinê bikin, em bi hêvî ne û daxwaz dikin ku bi zûtirîn kat ev Armanc bi cih werê û em derbasî qûnaxa rêveberiya têkoşîna gelê xwe bibin û hemu daxwan bi cih werênn.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *