الرئيسية 1 أخبار 1 Yusifê Berazî .. BÊBUHAR

Yusifê Berazî .. BÊBUHAR

Partiya demoqrata Kurd li sûryê(Elpartî), rêxistina Amûdê

Yazdemîn salvegera bîranîna seyadayê nemir Bêbuhar( Ûsivê Berazî), li Navenda Kemal Derwêş-bajarê Amûdê, bi bîr anî, hejmareke berçav ji tex û tîreyên civakê amade bûn .. û bi ahengeke rengareng, ev roj vejîn bû.

Di destpêkê de, kêlîkeke bêdeng ji canên pakrewanên kurd û kurdistanê re rawestiyan, Kurte fîlimeke ji jiyana nemir Bêbuhar hate pêşkêş kirin, di pê re, birêz Şewket (biraziyê nemir Bêbuhar), axaftinek derbarê jiyana helbestvanê nemir Bêbuhar û welatperweriya wî de pêşkêş kir.

Helbestvanan bi helbestên xwe ev bîranîn geş kirin, Dildarê Aştî, Beşîrê Mele-Newaf, Xandî Cewherî û Arşekê Baravî, her yekî ji wan çend helbest diyarî canê nemir Bêbuhar kirin.

Di nav re jî, kulîlkeke kurd bi navê Rojbûn û stiranvanê navdar Sefqanê Amûdê , ji dengên deşt û çiyayên kurdistanê çend stiranên nemir Bêbuhar yên ku stiranvanan stirabûn bi mûzîkê re, diyarî kesên amade û canê Bêbuhar kirin.

15/1/2020 – Amûdê

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Ew vê dibêje:

Ez, Yûsif kurê ‘Elî’ Elîyê Şêxo me, pêşî cîwarê bav û kalên me bajarê Kobanê bû. Lê piştî fermana osmaniyan bav û kalên me çûn bakurê bajarê Helebê, li gundê Tilcircê bi cîwar bûn. Ez di sala 1931-ê de, li wî gundî ji dayik bûm. Di sala 1947-an de, me jê bar kir û em, li Minbicê bi cîwar bûn. Piştî heft salan, ango di sala 1954-ê de, em hatin parêzgeha Hisiça- bajarê Serê Kaniyê û ta nuha jî em lê dijîn. Berî ku ez bibim helbestvan dengê min gelekî xweş bû, min li tenbûrê “biziq” dixist û min bi heval û dostên xwe re di civatên gelêrî de stiran digotin.. Stiranên me wek ku min gotî hew di şevbuhêrk û civatên gelêrî de bûn. Di wê çaxê de tomarkirin tune bû.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *