أخبار عاجلة
الرئيسية 1 أخبار 1 Êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê DAIŞê vedijîne

Êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê DAIŞê vedijîne

Ev bûye demek û artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî ên bêve girêdayî bi hemû şêwe yî îrîşî devera Ên Îsa dikin di rewşeke ku hemû aliyên navdewletî û di serî de netewên yekbûyî doza rawestana şer li seranserî Sûriyê dikin.

Nepabendbûna dewleta Tirk bi hemû daxwaz û bengewziyên hêzên navdewletî di mijara rawestana şer de tekez dike ku dewleta Tirk û de serî de partiya Erdogan di xwaze bi hemû awî hemû riyên çareseriyê li sûriyê bigre, ev ji hêlekê lê ji aliyekî din ve hemû alî dibînin ku her go Artêşa Tirk û çeteyên Sûrî ên bê ve girêdayî êrîşên xwe li ser deverên Rêveberiya xweser dike şanetên Rêxistian DAIŞê jî bê re xwe organîz dikin, ku ev yek tekez dike ku palpiştê yekem ji terorê re û bi taybet DAIŞ partiya AKAPê ye û serokê wê Erdoxan e.

Li vir helwest û bêdengiya Rûsya û Rêjîma Sûriyê jî ku hebûna wan li hin deverên ku alozî lê derdikeve û bi taybet devera Ên Îsa û Tiltemir goman lê heye ku bi dilê wan e kiryar û binpêkirinên Artêşa Tirk û çeteyên Sûrî ên bê ve girêdayî ye.

Di vê babetê de tê xwestin ku hevpeymaniya navdewletî û di serê wê de Emerîka sînorekî ji binpêkirin û kiryarên Tirkiyê re deyne jiber ku wekû me anî ziman ev destdirêjî û nearamiya ku êrîşên artêşa Tirk dike DAIŞê ji nûve vedijîne û armanca hevpeymaniya navdewletî ya sereke ew e ku DAIŞ bi temamî têkhere, lê bi vankiryaran ew armanc naçe serî.

Herwiha di baweriya me de yekrêziya helwesta Kurdî jî di vê mijarê de pirr hiring e ku hemû aliyên Kurdî bi yek helwestê li dijî kiryarên dewleta Tirk rawestin û bi yekrêziya xwe hemû pîlanên wê pûç bikin, herwiha bi reng û dengê Rojava gerek e ku revend Kurd li cîhanê jî dengê xwe di riya xwepêşandanên şernezariyê bilind bikin.

*********************

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *