أخبار عاجلة
الرئيسية 1 القسم الكردي BEŞÊ KURDÎ 1 Kîlo wisa got: Eger ew dixwazin Sûrî perçe bikin, em ê pişta wan pişkînin

Kîlo wisa got: Eger ew dixwazin Sûrî perçe bikin, em ê pişta wan pişkînin

 

Ebdilselam Xoce… Amûdê

Nerînên dijî daxwaz û armancên militî kurd roj bi roj têne diyar kirin, û bi taybet ji hêla hin kesayetiyên ku xwe bi nav dikin xwedî pirojeyên demuqrat û xemxurê mafên gelên bindest.

-ji berî nuha ve, gelek kesayetiyên şofînîst ên baasî, bi hemû rengî li dijî mafê Kurdan li Sûriyê sekinîn, û gelek zagon û yasayên awarte,  di derheqê miletê kurd pêşkêş kirin û cîbicîkirin, wekî nimûne, (Kembera Erebî) û endezyarê wê ê Şofînî Mehemed Teleb Hilal.

lê ya cihê xemgîniyê ye, di dema ku komar û dewlet ji ber setemkarî û zulma berpirsên wê ji hêla gel ve têne rûxandin, û dengê azadiyê roj bi roj li nav miletên rojhilata navîn belav dibe,û bi taybet piştî ku 5 sal derbas dibin li ser şoreşa Sûrî, û piştî bi sedhezaran qurbanî li hundirê Sûriyê, û bi milyonan derbeder li ser sînorên welatên herêmî û biyanî, deng û nirînin nijadperist û şofînî ji kesayetiyeke wekû ,Mîşêl kîlo, ku yek ji kesên rikber û serokê navenda berevaniya di ber azadiya derbirînê li Sûrî, û girtiyekî di zindanê rêjîma Sûrî de, derdikeve û bi zelalî li dij mafê gelê kurd li Sûrî radweste.

Kîlo, di daxuyaniyekê de dibêje, ku tiştek bi navê xaka Kurdistan li Sûriyê tune ye.

kîlo di daxuyaniya xwe de berdewam dike û di bêje, ku pirojeya Fedralîzmê ne pirojeyeke xucih e, lê pirojeyeke navdewletiye û armanca wê ew e ku, Sûriyê wek dewlet perçe bike û em ê di riwê vê pirojeyê de rawestin û em qet qebûl nakin ku Israîleke din bê avakirin.

-ev nerîn û helwest ji kesayetiyên rikberiya Ereb a Sûrî ne tiştekî nû ye, bi dehan helwestên bi vî rengî ji kesayetiyên rikberiya Sûrî derketin û hîn derdikevin, lê dema ku ev helwest ji hêla hin kesên têghiştî û lîbral, tê derketin wê cihê metirsiyê be li ayendeya Sûriyê.

di vê babetê de em naxwazin ku hemû kesayetî û nerînên li dij mafê gelê kurd bidin diyar kirin û ser we bi wan bi êşînin, bi qasî em karîbin, xwe nas bikin û em xwe li berxin ku em diyalogê bi kê re dikin, ev pirs ji (Encûmena niştimanî a Kurdî li Sûriyê) ku hêvî û omîda xwe li ser Îtîlafa Sûrî girêdaye, tê kirin.?

ya dudiyan,ji tevgera civaka demûqratîk ku sitûna pirojeya fedralîzma rojava, bakurê Sûriyê ku bi fikrê Ocelan û biratiya gelan bang dike  tê kirin. ?

û ê  sisiyan Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî ku xwe dibînî xwedî fikreke serbixwe û Kurdî Sûrî di rame dûrî aliyên Kurdistanî û destêwedana wan di karê Rojavayê Kurdistanê.

-ger mirovekî wekû Mîşêl Kîlo, ku bi  regez xwe kiristyan e, û dizanî ku heger  van helwestan li dijî kêm netewan nede, û xwe bi Erebên Sinê şahîk ne ke, ew bê par dimînî,çi kiriye ku em kurd weku partî û rêxistin li dij hev karbikin û bi şev û roj hevdû bi xiyanetkirinê wesf bikin.?

li vir gotineke Hitler hate bala min, ku di dema parîs dagîr kir,di sala 1940î serdana gora Nabilyon kir, û xwe jêre tewand û got, li min bibûrîn ku min bajarê te dagîrkir, lê ev ne gunehê min e, miletê te bi pîvana cilên keçan mijûl bibûn, û miletê min bi pîvana devê tang û tob û tivangan mijûl bûn.

li derdora me bi dehan pîlan têne amadekirin û hemû jî li dijî mafên rewa ên miletê kurd in, û hêzên me î siyasî bi tewanbarkirina hev mijûl bûne.

niza çend Mîşêl Kîlo Pêwîst e ta ku em şiyar bibin?.

Print Friendly, PDF & Email

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *